HevalbendÍ DDKO-yÍ, ParÍzer ? KurdÍ Anadoliya-navÓn Cemal Beydogan «? Dilovaniya
Tarih: 03.09.2007 Saat: 12:05 Gnderen: Editor
|
|
Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, ?în û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh, seroke?îr, hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.
Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kir?ehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpi?t bû. Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî ba?, pi?tgirekî gelek kêtûm, dil?ewatî bû. Wî pi?tî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kir?ehirê dest bi parêzerî kir. Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin. Ew dema be?darî civatekê/cemaatekê dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, ?ên dibû. Herkesek bi be?dariya wî ya civatê/cemaatê ?ad dibû. Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew ?airekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de a? bû, mirov ji helbestên wî jî zewk hildianî. Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû. Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxwe? bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa ?olen heye û her seetekê bi sedan kes be?darî taziya wî dibin.” Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û ?olenê ye. Ez, beriya damezirandin û pi?tî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxwe? bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rew?a kurdên Kir?ehirê, e?îretên Kir?ehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm. Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin. Amed, 01. 09. 2007 Îbrahîm GUCLU
|