PKE-PLATFORM qetliama hember KurdÍn EzdÓ bi t?ndÓ ?ermezar ? r?re? dike
Tarih: 23.08.2007 Saat: 18:41 Gnderen: Editor
|
|
Di 14. 08. 200?7 an da qetliameke ku bîhna komkujîyê jê tê qewimî. Dîsa li ser erdê Kurdistanê, dîsa temamya qurbanîyan Kurd û xwe jî Kurdên Ezdî ji herêmeke ku hê statuya wê nehatîye zelel kirin.
Dagirkerên Kurd û Kurdistanê dixwazin bi van karên xwe yên hovane û nemîrovane va pê?îya azadî û aramîya Kurdistanê bigirin. Lê Kurdan êdî biryara xwe standine, ew dixwazin azadbin, bi serbilindî wek hemû gelên li rûberî cîhanê yên ku xwedanê hemû mafên xwe ne, jîyaneka bextewar ji bo xwe û zarok, newî û newîçirçirkên xwe ava bikin. Pê?ta çûna Kurdistana Ba?ûr, herêmên ku di bin rêberîya Kurdan da ne jî nimûnê vê daxwazîya Kurdan e. Dagirkerê Kurdistanê(Turkîya, Iran û Surya) gelekî vekirî dibêjin, „ derdê me ne PKK ye, hedefa me Kurdên Ba?ûr in“. Xwesteka wan ew e, ku li ?engalê, Xaneqîn, Kerkuk, Mululê û hemû herêmên ku ne di bin desthilatdarîya Hukumata Kurdistanê da ne bi van kiryarên terorê va tevlihevîyan pêk binin û referanduma gor madda 140 î bê derengî xistin. Aliyekî di va jî ew dixwazin bi destên teroristên musliman va ku?tina Kurdên Ezdî va du armancên xwe bînin bicîh. Yek ew e, ku Kurd ji cîh û warên xwe barbikin, hejmara Kurdan li wan herêman kêm bibe. Ya di jî ew e, ku di navbera Kurdên Ezdî û musilman da bêbawerîyê, tirsê derxin berbipê?.Dibe ku di dîroka Kurdan da ev pirsgirêka hebû, lê îro çi Ezdî çi Elewî çi musilman hemû birayê hevûdi ne, ji bo azadîya gelê Kurd û axa kal û bavan dest dane hev û riya rast da dime?in. Kî dibe bila bibe dijminên Kurdan nagîhîjin armancên xwe.Em wek PKE-PLATFORM xemgînîya xwe digîhînin ber guhên hemû Kurdan taybetî jî birayên Ezdî yên ku di vê bûyera hovane da qûrbanî dane. E?a wan ê?a me hemû Kurdan e. Serê malbatên qurbanîyan sax be, xwedê sebrê bide wan, ji bo birindaran jî tenduristîyeke ba? daxwazîya me ye. Serê hemû Kurdistanîyan saxbe. Bijî biratiya Kurdan Êzdî bihgeha Kurd û Kurdistanê ne Bijî Kurdistan20. 08. 2007Cemîl ErenBerpirsê PKE-PLATFORM
|