|
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Ji bo, KomÓteya PDK-bakur ya hÍrÍma BÓrÓtanya
Tarih: 12.07.2007 Saat: 13:01 Gnderen: Editor
|
|
Birayên hêja,Em wek Komîteya RDW ya PDK-Bakur pê agahdarin ku hêrêma we, Kongra xwe ya salane di 05.07-2007 da pêk tîne.
Komîteya RDW di serîda sipasiyên xwe ji bo Komîta hêrêma Bîrîtanya û endamênPDK-Bakur li Îngîlîstanê dijîn dikin. Em bi kar û xebata we gelek serbilind û kefxwe?in. Kar û xebata ku we li hêrêma xwe ji bo partî kiriye û dikin cîhê pesnêye. Xebata we ya ?ahiya Newrozê bi co?ek mezin û serkeftî derbas bû.Û ji bo partî jî cîhê serbilindiye. Keda ku hûn ji bo pê?xistina xebata neteweyî, ji bo xurtbûna partîya me PDK- Bakur didin, kedekî giranbûha û xebatekî pîroze. Komîta PDK-Bakur ya hêrêma Birîtanya yek ji wan komîtên me yên çalak, xwedî bîr û bawerîyekî xurt ya doza Neteweyî ye. Em bi dil û can xebata we ya ji bo doza gelê kurd pîroz dikin û daxwaza serkeftin û serfiraziye ji bo we hemûyan ji Xûdayê mezin daxwaz dikin.Xû?k û birayên birêz!Gelê kurd bi hezaran salane kû di bin zilm û zoradariya dagirkeran da dijîn, lê gelê kurd tu caranBindestî qebûl nekirîye û nake jî; Ji bo ku gelê kurd li seranserî cîhanê bigîhêje mafê xwe yê Neteweyî û demokratîk, bi sedan salane ku têko?îna azadî û serxwebûna Kurdistanê bê rawestandin didomîne. Di encamê vê xebata giranbûha û pîroz da gelê me bedelên gelek giran dane û didin. Dijminê gelê kurd bi hemû avayî êri?ê me dikin û naxwazin ku gele me bigîhêje azadîya xwe û li ser xaka Kurdistan di nav aramiyê da jiyana xwe bidomîne. Hercar ku gelê kurd destkeftîyekî Neteweyî wergirtiye, dijminên kurd û Kurdistan har bûne. Dijminên kurd û Kurdistan herdem êri? dibin ser netawa kurd û nahêlin ku kurd bibin xwediyê mafê xwe yê neteweyî, wek nûmûne êri?ên dewletên dagirker bi taybet jî Tirkiye, li hemberî kurdistana azad. Siyasetmedarên dewleta tirk, ronakbîr, rojnamevan û nijatperestên wan bi hemû avayî êri?î serokên kurdan dikin û gotinên bê ehlaq li dijî kurdan bûya ?iklê jîyana wan ya rojane. Ji bo ku gelê kurd bikaribe li dijî dagirkerên kurdistanê xwe biparêze jî pêvîstî wek nan û avê bi yêkîtiya kurdan, rêxistin û Partiyên neteweyî û Kurdistanî heye. Partîya me PDK-Bakur yek ji wan partîyên sereke û dîrokiye ku dikare rola xwe ji bo azadiya Kurdistanê bilîze, bi taybetî ji li Bakurê Kurdistan. Ji bo ku PDK bikaribe bibe xwediye vê armanca pîroz jî, pêwîstî bi kar û xebata hemû endam, kadir û layegirên vê rêbaza pîroz heye. Daxwaz û ricayê me ji hemû endam û kadirên partî ku giranîye xwe bidin hêzkirina dezgehên partî. Bi rûmet kirin û hêzkirina dezgehên partî, rêzlêgirtina dezgehan wê me hemûyan bi hevra pê?da bibe û PDK- Bakur bîne cîhê ku layîqî weye. Gere hemû endam kadir û komîteyên welatan hîyerar?iya nava partî ji bo xwe bikin erkekî sereke, pê?î li ber bê serî û beriyê ware girtin. Gere wezîfa me hemûyan xurtkirina dezgehên partî û neteweyî be, xwedî lêderketina dezgehên Partî û bi hêzkirina wan, wê bê ?ik serkeftinê li dijî dijminên kurd û kurdistan bi xwera bîne û hêsantir bike. Neteweyên ku dezgehên wan tunebin, perwerdeyî xebata dezgehî û rêxistinî nebin herdem wê mahkûmê bindestiyêbin. Bi vê bîr û baweriyê, em dibêjin; Xebat ji bo berjewendiyên neteweyî, xebat ji bo parastina deskeftîyên neteweyî, Xebat ji pêkanîna yêkîtiya gelê kurd û wek ronahiya ?avên xwe parastina Kurdistana azad, erkê sereke li ser milê her endamekî PDK-bakur û kurdên dilsoz û welatparêze. Bi hêviya kongreyekî serkeftî û serfiraz, em wek Komîta RDW we hemûyan silav dikin û ji bo xebata we ya girabbiha dûbare we pîroz dikin.Bijî Yêkîtîya gêlê kurdBijî PDK-BakurBijî Komîta PDK-Bakur ya hêrêma Bîrîtanya Rêxistina dervayî welat ya PDK-Bakur
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|