|
u an sitede, 25 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Ji bo RÍxistina PDK-bakur ya hÍrÍma Almanya
Tarih: 02.07.2007 Saat: 14:07 Gnderen: Editor
|
|
PDK-Bakur RDW/ Birayên hêja!Em wek Komîteya RDW ya PDK-Bakur pê agahdarin ku hêrêma we, Kongra xwe ya salane di 01.07-2007 da, dê were pêk hatin.
Em wek Komîteya RDW, di serîda sipasiyên xwe ji bo Rêxistina hêrêma Almanya û endamên komitê pê?kê?dikin.Em bi kar û xebata we gelek serbilind û kefxwe?in.Kar û xebata ku we li hêrêma xwe ji bo partî kiriye û dikin cîhê pesnêye û ji bo partî jî cîhê serbilindiyê ye. Keda ku hûn ji bo pê?xistina xebata neteweyî, ji bo xurtbûna partîya me PDK- Bakur dikin, kedekî giranbûha û xebatekî pîroze. Xû?k û birayên birêz!Ji bo ku gelê kurd li seranserî cîhanê bigîhêje mafê xwe yê Neteweyî û demokratîk, bi sedan salane ku têko?îna azadî û serxwebûna Kurdistanê bê rawestan didomîne. Di encamê vê xebata giranbûha û pîroz da gelê me bedelên gelek giran dane û didin. Dijminê gelê kurd bi hemû avayî êri?ê me dikin û naxwazin ku gele me bigîhêje azadiya xwe û li ser xaka Kurdistan di nav aramiyê da jiyana xwe bidomîne. Her cara ku gelê kurd destkeftiyekî Neteweyî wergirtiye, dijminên kurd û Kurdistan har bûne/dibin û êri? dibin ser netawa kurd û nahêlin ku kurd bibin xwediyê mafê xwe yê neteweyî, wek nûmûne êri?ên dewletên dagirker bi taybêtî jî tirkiye, li dijî kurdistana azad û ziman dirêjiya wan ya bêehlaqî. Dewlet bo propaganda hilbijartina 22.7.07 seneryoyên fa?îtî û xewnên xav ji xwere amade dike. Dengdêrên gelê Kurd divê ba? bizanin ku ev hilbijatrine jî, tu ferqekî guhartinê dinava sîstema zalimde çênake û terora xwe liser gelê Kurdjî dê bidomîne. Jibervêjî em weko RDW ya Partiya Demokrata Kurdistan- Bakûr gazî gelê xwe dikin ku jibo hesabê xav û bê netîce dengên xwe nedin. Ji bo ku gelê kurd bikaribe li dijî dagirkerên kurdistanê xwe biparêze jî pêvîstî wek nan û avê bi rêxistin û Partîyên neteweyî û Kurdistanî heye. Partîya me PDK-Bakûr yek ji wan partiyên sereke û dîrokiye ku dikare rola xwe ji bo azadiya Kurdistanê bilehîze, bi taybetî li bakurê Kurdistan. Ji bo ku PDK bikaribe bibe xwediyê vê armanca pîroz jî, pêwîstî bi kar û xebata hemû endam, kadir û layengirên vê rêbaza pîroz heye.Di encamê da jî, wan helwestên xirabker û têkder negîhê?tin armancên xwe û di gel kurtî kemasîyên heyî jî RDW û hemû hêrêmêm partî kar û xebata xwe domandin û didomînin. Divê em bi tu avayê rê nedin midaxele û destdirêjiyên bê hukûkî. Daxwaz û ricayê me ji hemû endam û kadirên partî eweye ku giraniya xwe bidin hêzkirina dezgehên partî. Bi rûmet kirin û hêzkirina dezgehên partî, rêzlêgirtina dezgehan wê me hemûyan bi hevra pê?da bibe û PDK- Bakur bîne cîhê ku layîqî weye. Divê hemû endam, kadir û komîteyên welatan hiyerar?iya nava partî ji bo xwe bikin erkekî sereke, pê?î li ber bêserûberîyê ware girtin. Divê wezîfa me hemûyan xurtkirina dezgehên partî û neteweyî be, xwedî lêderketina dezgehên Partî û bi hêzkirina wan, wê bê ?ik serkeftinê li dijî dijminên kurd û kurdistan bi xwera bîne û hêsantir bike. ?exis, yanjî taqekes dikarin herin warin, lê dezgeh wê hebin û bimînin, berdewamiya hebûn û hêzbûna dezgehan yêkemîn rêya serkeftineye. Bi hêviya kongreyekî serkeftî û serfiraz, em wek Komîta RDW we hemûyan silav dikin û ji bo xebata we ya giranbiha dûbare we pîroz dikin. Bijî Kurd û KurdistanBijî PDK-BakurBijî Komîta PDK-Bakur ya hêrêma AlmanyaRêxistina dervayî welat ya PDK-Bakur
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|