PKE/Ji bo raya gi?tÓ :Dewleta Tirk bi vÍ kiryara xwe ve Órada gelÍ Kurd carek di
Tarih: 21.06.2007 Saat: 11:11 Gnderen: Editor
|
|
Serokê ?aredarîya Sûrê ya bajarê Amedê Abdullah Demirba? ji wezîfê hate dûrxistin, her usa temamiya Meclîsa ?aredariyê hate feli?andin. Senaryoya vê bûyerê ji pi?tî hinek kar û xebatên ?aredariyê û biryarên Meclîsa ?aredariyê hate nivîsîn pa?ê jî hate lezîstin.
Abdullah Demîrba? û Meclisa ?aredariyê bi dengên Kurdan ve hatine hilbijartin. Runi?tvanên Surê îrada xwe danîne ortê, xwestine ku bajarê wan ji aliyê van kesên hilbijartî ve bê îdarekirin, xizmet ji bo wan bên me?andin. Abdullah Demirba? û Meclîsa ?aredariya Sûrê jî gor hewcetîya bajarê xwe xizmet dane. Ku rastî bê gotinê him jî bi dîtinîyek gelek rew?enbirî, hemdemî ve, ji ber ku li rûberî cîhanê du zimanî û gelek zimanî realîta cîvatê ye. Wî camêrî û Meclîsa ?aredariyê jî gor rastiya jîyanê biryar girtine û ew rastiya derbasî jîyanê kirine. Ango xwestine „?aredariyeka Gelekzimanî“ bicîhbînin. Ewan di têkilîyên xwe û gel de, di xebata navxweyî de, agadariyên xwe yên nivîskî di gelek zimanî wek bingeh hildane. Gelo bi zimanê tirkî, kurdî, ingîlîzî, suryanî axaftin û agadar kirin çima wek sûcekî bê dîtin û ji bo vê Serokê ?aredariyê ji wezîfê bê avîtin û Meclîs bê fesîhkirin!!? Ev pirseka retorik e. Em dizanin ku hîmê vê dewleta dagirker li ser inkar, asîmîle û komkujîya gelan, taybetî jî li ser inkara gelê Kurd hatiye danîn.Ev biryara Dayra Dani?tay ya 8 an dabe jî, dewe jî li ser daxwazîya Wezîrê Karê Hundir hatibe vekirin jî em wek PKE vê kiryara bêrûmet wek perçekî polîtîka dewletê ya di derheqa Kurd û Kurdistan de dinirxînin. Hewildanên be?a le?kerî, kemalist û hevalbendên wan, temamiya çapemenîya mehmetcik, hemû partîyên wan li ser pirsa „Maf û Azadiyên“ Kurdan yekdeng in. Caran dijî hevdu axaftinên wan edî têra xapandina Kurdan nake. Hinek guhartinên ku ji bo endametiya YE hatibûn pêkanîn, ti?tên wek qedexa li ser zimanan, qursên zimanê kurdî, programên radio û TV bi zimanê Kurdî, têra SAFÎKIRINA PIRSA Kurdî nake. Divê hemû qanûnên yekrengînîyê bêne guhartin, ango gotina „Üniter Dewlet“ ji literaturê bê derxistinê. Kesên ku tehemula wan ji bo axaftina Kurdî tune, tu caran nikarin bibin birayên Kurdan. Navê wan AKP be jî! Em wek PKE bangî hemû kes, komel, rêxiraw û partiyên welatperwer dikin, werin bi yekdengî hemberî van hewildanên dewleta Tirk û hevalbendan dengê xwe bilinbikin! Ev kiryara êri?îyeka hember irada gelê Kurd e, êri?îyeka hember zimanê gelê Kurd e. PKE hemû êri?iyên vî rengî bi zimanekî tûj ve ?ermezar û rûre? dike û pi?tgirîya xwe ji bo Serokê ?aredariya Sûrê Abdullah Demirba?, temamiya endamên Meclîsê e?kere dike. Em carek di bala YE, Saziyên Navnetewî, Saziyên Mafên Mîrovatiyê yên Navnetewî diki?înin li ser van kiryarên dewleta Tirk û daxwazdikin ku ew li hember van hewildayînan dengê xwe bilindkin û pi?tgiriya xwe ji bo gelê Kurd eyan bikin.Ziman hebûna gelê me yeZiman kesayetî xwe ye PKE- Plarforma Kurd li Ewrupa
|