|
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
Nefta Kurdistana azad yekem car dikeve bazara CÓhanÍ
Tarih: 20.05.2007 Saat: 13:22 Gnderen: Editor
|
|
HAWAR,DUHOK,Kurdistana azad -- Bi hikumeta Iraqê kanûna qeyrana neftê didome. Yekem ?îrketa biyanî ku li gel hikumeta Kurdistan peymana derxistina neftê mor kiribû û nêzî du sale xebatên derxistina neftê didomîyan tê ragihandin ku bo cara yekem nefta xaw ji Kurdistana azad bi riya vê ?Îrketa Norwecî dê bikeve bazara cîhanê.
Hat zanîn ku bîra ku neft tê derxistin xwedî kapasîteya rojene 25 hezar bermîle û di demên pê?î de 1 hezar bermîl bê derxsitin. Bi hikumeta Iraqê qeyrana neftê didome Wek zanîn çend meh berê kanûna petrolê ku li hikumeta Iraqê hatibû amade kirin têde daxwazên Kurdan jî cîh girtibûn,pi?tre bi taybetî bi zextên sunnîyan hin pê?nÎyarên guheradina kanûna petrolê û hin madeyên destûra Iraqê hate rojevê û Kurd ji vê pê?ketinê nerazîne.Doh jî heyeteke hikûmeta Kurdistanê bi serokatîya serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi Baxdadê ve bi rê ket.Wek ku hatiye zanîn, dê di dîdarên bi berpirsên Iraqî re behsa wan pirsên giring bê kirin û qanûna petrolê, pirsa serastkirina destûrê û pirsa maddeya 140 ji wan mijaran bin. Divê nirxên Kurdistanê werin parastin Li Kurdistana Azad gelek sektor û qad roj bi roj mezin û berfirehtir dibin.Lê Hikumeta Kurdistanê beyî ku hin hessasîyetên neteweyî berçavan bigre destûrê bo ?îrketên bîyanî tê dayîn. Pê?ketina milletekê di her waran de hewcedarîya yekemîn û girîng aborîye. Divê pê?arojê de dewlet destê xwe ji sekora xizmetê veki?îne.Lê bi yasayan hîmên neteweyî ser bingeha babetên nûjen werin parastin. Divê Kurdên ji perçeyên din jî tevlî pê?ketina hanbibin û sermayeyek neteweyî û yek girtî çêbibe da ku ev hatinî bo pê?ketina Kurd û Kurdistan were bikaranîn.Divê ihracat zêde be û sistema bazara vekirî ser hîmen netewî were avakirin. Niha petrol bi destê ?îrketên bîyanî tê derxistin.Sektora taybet raste ku divê were pê?xistin.Mijara neft û enerjîyê mijareke cûda û girîng û ji ber vê yekê jî divê kontrola ser petrol û çavkanîyên sirû?tî di destê hikumeta Kurdistanê de be. Hemû dewlemendîyên serax û binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e Wekî tê zanîn him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya Kurdistana Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi e?kereyî diaxifin û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên neftê hate kirin. Serokê Kurdistanê derbarê kê?eya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû; "Merc nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û re?nivîsa destûra Kurdistanê de jî kevne û ew pê?nîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta Kerkûkê ne ti?tekî hêsa ne û em dest jê bernadin" Barzanî di axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û binaxa Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e. Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê be?darî merasima ji xenî Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin. Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe zêde dike.(HAWAR DENGÛBAS)
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|