Daxuyaniya Hevbe? a HÍz ? AliyÍn Kurd ? KurdistanÓ DerbareyÍ rÓ?a TerorÓstÓ LÓ
Tarih: 13.05.2007 Saat: 15:05 Gnderen: Editor
|
|
Di roja çar?eme 5’ê meha Gulana Sala 2007’an da, sibê zû, qemyoneka bombekirî, li ber Wezerata Naxweyiya Hikumeta Kurdistan li Hewlêr taqiya û mixabin taqina hanê bûye sedema ku?tin û birindar bûna dehan hevwelatiyên sîvîl û gelek zîrarên madî li hevwelatiyan û hindek dezgeyên mîrî ketiye.
Kîjan alî êrî?a terorîstiya hanê amade kiribin, bila bin, armanc çî dibe bila be, êrî?a hanê xalqeyek ji zincîra pîlan û zexta dijminên azadiya Kurd û Kurdistanê ye, ku dixwazin rew?a evleyî û asayi?a Kurdistanê têk bidin, pê?iya pêvajoya ge?bûna siyasî, aborî, dîplomasî û avadan kirinê bigrin. Her çende bi kiryarên hanê va xwina hinek Kurdan têne rijandinê, arami û asayi?a hevwelatiyan demeka kin tevlihev dibe, lê belê îradeya lawên netewa Kurd ji gef û êri? û tirsandina terorist û teroristperweran bi hêztir e. Bûyer û pê?hatiyan ni?an didin, ku bi nêzikbûna roja cî be cî kirina xala 140 ya Destura Iraqê, nax?e û destdirêjiya dijminên Kurd, neyarên a?itî û asayi? li Iraq û Kurdistanê pirtir dibe. Xala 140 babeteka zagonî ya Destura Îraq e û Kurdistanî li ser ci be ci kirina xala hanê pêgir in û lawên netewa Kurd ji parçeyên dine, pi?tgiriya îradeya rewa yên xwi?k û birayên xwe, biryara saziyên siyasî û me?ruyên Herêma Kurdistanê dikin. Me, nunerên hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, ku vê daxuyaniyê îmza kirine, êri?a terorîsta hanê mehkum dikin, em hevpi?kên xema malbatên ?ehîd û birindarên vê bûyerê ne. Em ji Rêxistina Yêkitiya Netewan, Yêkitiya Ewropa, rêxistinên mafên mirov, hemu demokrat û azadixwazên cihanê dixwazin, ku bona pê?îlêgirtina destêverdana dewletên heremî di nava kar û barê Kurdistanê da û bona pê?î lê girtina teroristan hevkariya gelên Iraqê, bi taybetî jî gelê Kurd bikin ji bona ci be ci kirina xala 140. Her usa ji hikumeta Iraqa Federal dixwazin, ku bona ci be ci kirina xala hanê ya Desturê, gavên xwe lez û beztir bike.
10.05.2007
Hizba Demokrata Kurdistana ›ranêPartiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK Partiya Demokrata Kurdistan/Bakur-PDK -Bakur Partî Demokratê Kurd Li Surî (Elpartî) Partiya Pe?verûya Demokrata Kurd Li Surî Partiya Yêkitî Demokratê Kurd Li Surî Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD.K Partiya Azadî Kurd Li Surî Partiya Yekitiya Kurd Li Suriyê Rêkevtina Demokrata Kurd li Surî Partî Azadî Kurdistan-PAK
|