Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 41 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Bi pi?tgiriya YekÓtiya EwropayÍ ? SwÍdÍ Weqfa Pirt?kxane ? M?zeya KurdÓ ava b?
Tarih: 12.05.2007 Saat: 13:03 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Gabar Çiyan``Sazendeya Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî`` pi?tî xebatên dirêj gava xwe ya yekem ji bo avakirinê avêt. Birêvebirê Weqfê Goran Candan, ji bo avakirina dezgehek serbixwe û netewî gelek caran çû Amedê û Brûkselê. Hejmarek car bi dezgehên swêdî re rûni?t. Armanca wî ew bû Weqf û Muzexaneyê di dilê Kurdistanê de, li Amedê ava bike, veke. Xebatên ku hatin kirin bersivek erenî wergirt.   

     Îro bi beyanemeyekî çapemeniyê hat diyarkirin ku weqfa kurdî bi ?êweyekî fermî dest bi karê xwe yên bingehîn kiriye. Li ser navê ``Sazendeya Pirtûkxane û Mûzexaneya Kurdî-Sara``  yê Goran Candan dîtînên xwe wisan anî zimên: `` Salên dûr û dirêj in ku wêje û çanda xelkê me li jêr talanê, li ber xetera man û nemanê ye. Wan desthilatdarên ku li ser xaka welatê me, xwedî hêza mîretiyê (dewlet) bûne, bi çi awayekî biçûk jî, xwedîtî li çanda me kurdan ne kirine. Bervacê vê, bûne alîkar ku ev kelepûr û nirxên me yên wêjeyî, çandî sist û lawaz bibin û li dirêjahiya demê jî, ji holê rabin, winda bibin. Li derveyê vê jî, her çend parastin û pê?vebirina wêje û çanda me erkê li ser ?anê me her kurdperwerek be jî, sed heyf û sed mixabin ku wan hewildanên me yên ji bo parastin û pê?vebirina wêje û çanda gelê me, ta roja î roj, ji ber sedemên cihêreng çi car têr ne kirine. Lêbelê me hêviyek pirr xurt û tund heye, ku em ji vir û pê ve, pê?î li ber vê windakirinê bigirin û rê li ber van windakirinên bêtixûb ên nirx û hêjayiyên xwe yên gelêrî bigrin, birawestînin. Pê?eroja çanda xwe bibin ser bo?ahî û ewletiyê.
      Ji wê roja pê?î ya 20 sal berê, ku Navenda Belavkirin û Bi Nasîndana Wêje û Ferhengê Kurdî - SARA dameziriye, ta roja î roj, me hewildanên xwe her dem bi vê ruh û giyanê daye. Di vê çalakiya 20 salan de, î roj me xwe gihandiye hin gehînekên êdî destkevtî. Î roj SARA êdî ne bi tenê ye. Ji çarmedorên cîhanê kurdên li derveyî welêt, dost û dilxwazên kurdan ên endamên milletên dinê û hem jî li her perçeyekî Kurdistanê xelkê me yê ku li ser çand û hêjayiyên xwe pirr ?iyar û haydar in, bi avahiya SARA'yê ne. Her wisan jî, ne hindik jî dezgeh û avahiyên kurdî di van hewildanên watedar ên SARA'yê de bi SARA'yê re dibin alîkar û pi?tgiriya SARA'yê dikin.
      Me yekgirtinek heye. Ji ber ku yekgirtin hêzê dide, loma va ye î roj em hemû bi hev re ber bi avahiyek din a kurdî ya serteseriyê (ebedî) ve diherin. SARA bi qezenckirina vê qada nuh a Sazendeyiyê (weqf), bi wan alîkariyên dezgehên ji Yekîtiya Ewrûpî û her wisan jî ne hindik, bi alîkariyên dezgehên Swêdê, hewildanên xwe yên ji bo damezirandina Sazende û Muzexaneya Kurdî - SARA'yê pê? ve biriye û haniye vê encama îroyîn. Ji ber vê yekê em î roj li vir ji raya gi?tî re didin xuyakirinê, ku me bi van têkiliyan re karê damezirandina Parêzgeh û Muzexaneya Kurdî - SARA'yê dest pê kiriye. Pîroz be li gelê me.``
      Ji bo vê gava nû em Goran Candan re peyivîn. Me ji Candan zaniyariyên piralî ji destpêka pêkanîna Sara yê hetanî avakirina Weqfa Pirtûkxane û Mûzexaneya Kurdî wergirt. Wî ji me re qala programa weqfê kir û li ser xebatên wê yên pê?erojê zaniyariyên pir alî da me...
     - Goran Candan kî ye?- Goran Candan sala 1959’ê li Amîda'yê (Diyar-î Bekr) hatiye dunyayê. Pi?tî Xwandina destpêkî, li Xwendegeha oldarî ya bi navê Îmam-Xetîbê xwandiye. Wî dibistana seretayî û navînî li Amîda'yê xwend û pasê jî 4 salan di xwendegeha bi navê Îmam-Xetîb’ê de xwendina xwe berdewam kir. Lê ji ber teqîbata desthilatdaran, li ser karê wî yê milletperweriyê di nav rêxistina kurdî ya nepenî de, wî ne karî xwendinê bibe serî û di sala 1981'ê de bêgav ma ku bireve Binxetê (Sûriye). Pistî salekê ji wê derê hate Swêdê. Ji 20 salî vir de ye ku li Swêdê dijî û du zarokên wî hene: Barzan û Evîn. Goranê Candan di sala 1986'an de yek ji damezrenerê rojnameya bi nav û deng û ajansa kurdî: Kurdistan Press a li Stockholmê bû. Di sala 1989'an de bi çend hevalên xwe yên welatperwer ji Almanyayê bi karê îdarekirin û derxistina rojnameya "Halk Gerçegî" rabû, ku ev rojname li Stanbolê derdiket. Di redaksiyona be?a kurdî ya rojnameya Berxwedan'ê de kar kir. Her wisan jî, di sala 1988'an de bi hevalên xwe ku niha çend ji wan di riya têkosîna serxwebûna welêt de ?ehîd ketine, kovara Yekitiya Rew?enbîrên Welatparêzên Kurdistanê ya bi navê REWSENê derxist û ew, yek ji van sê kesên ji desteya redaksiyonê ya pê?în bû. Li Swêdê di Unîversîteya Uppsalayê de du salan kurdî (soranî) û farisî xwend. Li Universiteya Stockholmê li Xwendegeha Mamostetiyê be?a kurdî temam kir û li dibistanên swêdî heft salan karê mamostetiya zimanê kurdî kir. Her weha di dema êrî?ên dewleta Swêdê ên li ser xebata têkosîna rizgariya Kurdistanê de, wî bi Komeleya Kurdernas Vanner (Dostên Kurdan) kovarek her bi vî navî bi Swêdî derxist.
      Niha jî karê wergeriyê ji her 4 kanalên televîzyona Swêdê re dike û ji bo Rêkxistina Kitêbxaneyên Swêdî ya bi navê BTJ jî wekî pisporê wêjeya kurdî kar dike. Goranê Candan di karên xwe yên rojnamegeriyê de gelek nivîs û pirtûkên zarokan wergerandine ser zimanê kurdî. Didu ji van pirtûkan, "Tolehildana Mûriyan" ji farisî wergerandiye kurdî û "Aladîn û Lampaya bi Efsûn" ji swêdî wergerandiye ser kurdî. Her wisa jî çîroka folkloriya kurdî ya bi navê Sahmeran berhev û çap kiriye. Pasê jî Sahmeran hem bi kurdî soranî û hem jî bi swêdî çap bûye.- Sara çi demê dest bi xebatên xwe kir? Wê demê armanca we çi bû?

- Sara di sala 1987'an de hat damezirandin û ev û sal tam 20 sal in ku bêrawestan bi karê we?andin û belavkirina wêjeya kurdî ve mijûl e. Pirtûkxaneya Kurdî SARA, li Ewrûpayê kevintirîn pirtûkxaneya kurdî ye.
Pirtûkxaneya Sara'yê, ta î roj di ser 10 hezarî re pirtûkên kurdî li pirtûkxaneya herî navdar û herî mezin a cîhanê, li Library of Congress'ê ya li Amerîkayê dane ar?îvkirin. Pirtûkxaneya Sara'yê, nûnera fermî (resmî) ya pirtûkxaneya herî mezin a cîhanê ye û her wisa jî nûnera çend pirtûkxaneyên mezin ên din ên li Amerîka, Ewrûpa û Australyayê ye. Pirtûkxaneya Sara'yê, îro li wargeha xwe jî, xwediyê 40 hezar pirtûk û kovarên kurdî ye. Taybetiya ku Sarayê ji pirtûkxaneyên kurdî yên nûhatî vediqetîne ew e, ku li pirtûkxaneya Sara'yê bi piranî û giranî tenê wesanên bi kurdî hene, ne tirkî, erebî yan jî farisî.
      Cihê SARA'yê li navenda Stockholm'ê ye, lê belê têkiliyên wê global û navneteweyî ne. Têkiliya SARA'yê hem li her deverên Kurdistanê ye û hem jî navneteweyî ne. Ji her çar parçeyên Kurdistanê mirov û dezgehên rewsenbîr û welatparêz hay ji hebûn û xebata SARA'yê hene û bi gelek rengên cûr bi cûr bi SARA'yê re di têkiliyê de ne.
     Pirtûkxaneya Sara'yê ji dema ku hatiye damezirandin ta neha 52 berhemên kurdî we?andine. Di nav van 52 berheman de, hinek berhemên bi zimanê swêdî û înglîzî jî hene. SARA hewlê dide xwe ku li ser kurd û Kurdistanê ji her deverên cîhanê berheman biwe?îne.
Wekî nimûne, ji nav We?anên SARAyê: bi zimanê swêdî Destana Neteweyî Mem û Zîn û Dokumentên Tevgera Neteweyî ya Destpêka Sedsala 19'em, bi zimanê îngilîzî; The Case of Kurdistan Against Turkey, anku, Doza Kurdistanê li dijî Tirkiyê, ku ji hêla nemir Mîr Sureya Bedirxan ve, di sala 1923'yan de li Philadelphiya'yê (USA) cara yekemîn hatibû we?andin, hene.Amanca sereke ya SARA’yê her dem parastin û bi naskirindana wêje û çanda kurdî bûye.- Qala prosesa avakirina Sazendeya pirtûkxane û Muzexaneya kurdî bikî. - Pi?tî 20 salan, li avahiya SARA’yê Ar?îvxaneyek kurdî ya nadîde û granbuha hat meydanê. Me jî ji xwe re kir mebesta sereke ku em vî gencîneyî (xezîne) bigehînin ser axa Kurdistanê li nav xwedî û mermalên wê. We diyar û a?kere ye, neyarên vî xelkî her dem li hevberî hebûna wêje, ziman û çanda kurdî xebitîne. Ji ber vê neyartiyê bersiva li dilê min ev bû: damezirandina Împaratoriya We?anên Wêje û Zimanê Kurdî. Supasî ji Yezdan re ku î roj me li ser vê riyê xwe gihandiye gehînek û spartekên zexm ên wek Sazende (weqf).- Sazende, anku weqfa ku were damezirandinê çi armanca xwe heye?- Amanca sereke ya Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî – SARA ev e ku wêjeya kurdî li nav xelkê kurd kom bike û belav bike. Anku karê bicîhkirin û damezirandina Pirtûkxaneyek navendî û mazin pêk bihêne. - Tê qalkirin ku weqif bi pi?tgiriya yekîtiya Ewropayê û Swêdê ava bûye. Navenda xwe li çi deverê ye? Planên we ji bo Kurdistanê çi ne?- Belê, Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî – SARA bi pi?tgiriya rêxistinên Yekîtiya Ewrûpî û her wisan jî bi pi?tgiriya dezgehên çandî yên swêdî werdigire. Ev avahî li jêr damezirandinê ye. Herî dereng di nav vê sale de kar û bare xwe dibe serî û vekirina xwe ya fermî dide beyanê.- Hinekî qala programa xwe ya niha û sala li pê?iya me bike?- Programa me ya îroyîn serîbirina karê pratîk a damezirandina weqfê ye. Pêngava duwemîn jî vekirina avahiya Pirtûkxane & Muzexaneyek Kurdî li Amedê ye (Zarathustra News).

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur