Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 28 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


KURT-KAV:Ji Raya Gi?tÓ re
Tarih: 26.04.2007 Saat: 13:23 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Babet : Bi dawîanîna xebata rêkirina xwendekaran, ji zanîngehên herêma Kurdistana Iraqê re                                                                           Wekî tê zanîn, Weqfa me ev nêzîkî du sal e di nav xebatekî de bû ku xwendekarên Kurdîzan rêbike zankoyên Herêma Kurdistana Iraqê. Ev xebata me ya du salî piçek bi zorî û zehmetî be jî bi dawî hat. Ji ber ku em wekî Weqif xwe ji vî karî berpirsiyar dihesibînin, em dixwazin raya giþtî jî di derbarê vê xebatê xwe yê du salî de agadar bikin.

Berî ku em raya gi?tî û her weha xwendekarên ku serî li weqfa me dane agadar bikin, em dixwazin ev xebata me çawa destpêkir, piçekî behsa wî bikin:Ewil xebata me di derbarê vî karî de, di distpêka sala 2005an de destpêkiribû. Di destpêka 2005an de heyetekî me ji bo hin serîlêdan û hevdîtînan, Herêma Kurdistana Iraqê zîyaret kiribû. Di vî serîlêdanê de me wekî Weqif pê?niyar anî ku em bikaribin xwendekarên dilxwaz yên Kurdê Bakûr rêbikin Herêma Kurdistana Iraqê da ku ew bi zimanê xwe bixwînin.Ev pê?niyarê me ji alî berpirsiyarên herêmê ve jî hate pejirandin. Lê ji ber ku ew dem du hukumet hebû, ev xebata me ya sala 2005an bi serneket. Ji xwe xebata yekkirina hukumetan jî wê demê destpêkiribû. Ser vê yekê me ji bo sala 2005an di vî derbarî de çi xebatek nekir. Lê hewldana me jî dom dikir.Raya Weqfa me ew bû ku em vî karî wekî kontenjan, neme?înin. Ango, em ji berpirsiyarên herêmê kontenjan daxwaz nekin. Lê ji dêvla kontenjanê, bila berpirsiyarên herêmê yên vî karî, xwendekaran bi gor esasên akademîk hilbijêrin û em jî bibin referansên xwendekaran. Derdê me ew bû ku herkesên ku dilxwaz bila bi riya referansên xwe ve bikaribin serî li Weqfa me bidin û em jî belgeyê hemû xwendekarên ku serî li Weqfa me dane, rêbikin berpirsiyarên herêmê û xwendekarên ku serîlêdane jî bi esasên akademîk bêne hilbijartin.Pi?tî ku her dû hukumet yekbûn, me carekî din, di meha Hezîrana 2006an de heyetekî din þand Herêma Kurdistana Iraqê. Berpirsiyarên herêmê, ew îcaze dan me ku em ji xwendekarên ku dixwazin li herêmê bixwînin re bibin alîkar û hem belgeyên wan ên serîlêdanê ji wan re rêbikin, hem jî þêwirmendiya van xwendekaran bikin.Biryarekî me yê din jî ew bû ku em wekî Weqif çi xebatê ku di vî derbarî de tê kirin, bi dizî, ango li paþ deriyan neme?înin. Li ser vê yekê me xebata xwe di meha Tîrmeha 2006an de bi beyanekî çapemeniyê e?kere kir. Di beyana me ya ewil de ev ti?tên jêrîn hebûn:“Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurd (KÜRT-KAV), ji mêjve ye hewl dide ku xwendekarên Kurdîzan ji bo xwendina zanîngehê rêbike zankoyên Herêma Kurdistana Iraqê. Ji bo vê yekê jî heta niha çend heyetên me serî li berpirsiyarên Herêmê dan; hevdîtinan pêkanîn.“Di dumahiya hevdîtinan de biryar ew e ku em ji xwendekarên Kurdîzan yên li Tirkiyê dijîn re alîkarî û þêwirmendî bikin; belgeyên wan berhev bikin û rêbikin Herêma Kurdistana Iraqê. (...)”“Di dumahiya hevdîtinan de biryar ew e ku em ji xwendekarên Kurdîzan yên li Tirkiyê dijîn re alîkarî û þêwirmendî bikin; belgeyên wan berhev bikin û rêbikin Herêma Kurdistana Iraqê. (...)”Pi?tî vê beyanê me eleqayekî mezin çêbû. Nêzîkî 400-500 kes li Weqfa me geriyan û agahî stendin. Her weha malper, rojname û telewîzyonên Tirka û Kurda jî eleqayê xwe nîþan dan. Me belgeyên xwendekaran hetanî 5ê Tebaxa 2006an qebûl kir. Cara ewil, 162 xwendekar serî li Weqfa me dan. Pi?tî van serîlêdanan me hemû belgeyên xwenedekaran bi gor be? û notên wan tasnîf kir û bi tevî belgeyên pêwîst, bi rêvebirekî xwe re ?and Herêma Kurdistana Iraqê.Me belgeyan ?andibû. Lê yên ku serî li Weqfa me didan hê domdikirin. Ser vê yekê em bi berpirsiyarên herêmê re axivîn. Hate gotin ku yên pi?t re serî li Weqfa me dane bila raste rast herin li Kurdistanê serî lêbidin. Ango me pi?tî 5ê Tebaxa 2006an tu serîlêdanekî xwendekaran qebûl nekir. Pi?tî vê tarîxê jî nêzî 120-130 xwendekar bi agahiya Weqfa me raste rast çûn herêmê û serî li zanîngehên herêmê dan.Di vê navberê de li ser pirsên xwenedekaran hin beyanên me yên din jî çêbûn. Ev beyanên me bi piranî beyanên agahiyê bûn. Lê, beyana me ya 28ê Îlona 2006an bu sedema hin gengeþiyan. Di vê beyana me de dihat qalkirin ku xwendekarên ku serî li Weqfa me dane wê bi tevayî bêne qebûlkirin.Me vê agahiyâ ji berpirsiyarên xwe yên wê demê wergirtibû û ev beyana jî li ser vê yekê hate îlankirin. Lê diviya her xwendekar formekî nû dagirtiba û çi bi riya mailan çi jî bi riya posteyê be ji me re rêbikira. Ev forma duwemîn jî ji alî berpirsiyarên perwerdeyî ya herêmê ve ji me hatibû xwestin.Di vê beyana me ya sisiyan de tiþtekî din jî derket pê?iyê me.Bi rastî wekî Weqif, êdî em nedikarîbûn ji bin bara aboriyê ya vî karî derkevin. Gelek mesrefê me çêdibûn û em nedigêhi?tin ev mesrefan. Rêvebirê me yê wê demê ku ji vî karî berpirsiyar bû û demekî dirêj jî ji ber vî karî li herêmê mabû, me agadar kir ku ji bo hin mesrefên xwendekaran jê re pere lazim e. Li ser vê yekê em mecbûr man û ji xwendekaran wekî teberrû pereyekî daxwaz kir. Lê ev teberru, ne mecburî bû. Herkesên ku dilê wan dixwest dikaribûn teberrûyekî bidin; yên derfetan jî tûnebû wê teberrû nedana...Di serîlêdana dûwemîn de jî 102 xwendekar serî li Weqfa me dan û belgeyên hemû xwendekaran yên nû jî ji alî me ve bi gor beþ û notên dîplomayên wan hate tasnîfkirin û me van belgeyan jî rêkir. Yên cara duwemîn serîlêdabûn, bi tevayî jî teberru nedabûn Weqfê.Pi?tî ewqas gengeþî û zehmetê ve, niha ev xebata me bi dawî hat. Bi rastî me gelek hewl da ku xwendekarên zîrek yên ji Kurdên Tirkiyê bikaribin herin li Herêma Kurdistana Iraqê de bi zimanên xwe yên zikmakî bixwînin. Kêm zêde, em di vî karî de bi ser jî ketin. Jimara xwendekaran ne bi dilê me be jî, 22 xwendekarên ku bi riya Weqfa me serîlêdan, niha dest bi xwendinê kirine. Her weha, 8 xwendekarên ku navê wan derketibûn, qeyda xwe neçûn li zanîngehan çênekirin. Ango, yên ku bi riya Weqfê ve serî li zanîngehên herêmê dabûn, 30 xwendekar bi gor esasên akademîk hatin hilbijartin. Di nav xwendekarên ku bi riya Weqfa me çûne de, yên di leca TUBITAKa Tirkiyê de xelat jî wergirtine, hene. Notên xwendekarên din jî hemû li ser 4.50 ye.... Em îro jî bi dilekî rehet dikarin bêjin ku, ew xwendekarên ku bi riya me çûne li herêmê dest bi xwendinê kirine, ji hemû deverên Bakûr in û yek ji wana jî ne bi torpîl û bi riyekî din, tenê bi esasên akademîk, ango bi gor notên dîplomayên xwe ve hatine hilbijartin. Her weha referansên xwendekarên ku dest bi xwendinê kirine jî ji der û dorên cûda cûda ne. Di nav referanseran de, ji rew?enbîrên serbixwe bigre, heta þexsiyetên Anatoliya Navîn û siyasetmedarên ku di hemû partî û rêxistinên me de dixebitin jî hene. Ango me referanseran jî ji hev cûda nekiriye û me vê xebata bi awayekî e?kere me?andiye.Di vê xebatê de, berpirsiyariyê me ne tenê ?andina xwendekaran bû. Me her weha, xwedîtî li xwendekarên xwe jî kir. Yên ku çûn qeyda xwe çêkirin, me wan tenê nehêla. Di destpêkê de, di cîkirina xwenedekaran de gelek astengî derketin. Heta hin ji wan di þantiyeyê hin karmendan de raketin. Hin rêxistinên Bakurî deriyê xwe ji xwendekarên me re vekirin û wana hewandin. Ji xeynî vana, hin malbatên Kurdên Bakûrî jî di mala xwe de cî dan xwendekarên me.Bêgûman, ev alikariyê ku li me hatiye kirin cîhê þanaziyê ye û em sipasiya wan rêxistin û karmend û kes û ?exsiyetan dikin ku deriyê xwe li xwendekarên me re vekirin.Ti?tekî din jî heye ku bi rastî hewceyê gotinê ye.Mixabin, di vî karî de hin kêmasî jî derketin holê. Di serî de em dikarin bêjin ku sedêmên vê kêmasiyê ne yek kes an jî yek dezgeyek e. Hem ji alî Weqfa me û hem jî ji alî berpirsiyarên herêmê ve hin kêmasî hatin kirin. Ya herî girîng jî karê ?andin û destpêkirina perwerdeyiyê ya xwendekaran gelek bi derengî ket.Lê bi rastî jî xebatekî bi vî cureyî, ango bi firehiyekî weha, cara ewil dihate çêkirin. Em bawer dikin ku piraniya kêmasiyan, ji ber vê yekê derketin holê. Lê ya herî girîng ew e ku meriv bikaribe ji kêmasiyan tecrube bigre.Di dumahiya beyana xwe de em dixwazin ji herkesên ku di vî karî de keda wan hene, ji wan re jî sipasiya xwe bikin. Bi taybetî ji rêvebirên Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê re û hemû rêvebir û berpirsiyarên vî karî pîroz re, sipasiya xwe dikin.Em hêvî dikin ku di salên pêþî de ev kara dehî rêk û pêk bête çêkirin û hemû xort û keçên me yên dilxwaz bikaribin ji vî karî pîroz îstifade bikin.Li gel rêz û silavên me.  25 Nîsan 2007 / Stembol                                                   Rêvebiriya Gi?tî Ya                                               Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur