Search
Topics
  Home  
Who's Online
u an sitede, 52 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.

Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.

Languages
Site Lisann Sein


Rew?a gi?tÓ yÍ medyaya KurdÓ
Tarih: 23.04.2007 Saat: 12:25 Gnderen: Editor

PHP-Nuke Rew?a gi?tî yê medyaya Kurdî û cihê medyayê di têko?îna serxwebûna Kurdistan û pê?xistin-parastina ?aristanîya Kurdî de********************************************************************************
SERHAD B.RÊNAS
/22 Nîsan(Avrêl), 2007/Rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi we?anê kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Ba?ûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di sirgunê de derdikeve holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin

Pi?tî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi we?andina wê kir.Rojnameya Kurdistan pi?tî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pê?neketîye.
      Ji vê demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina bîrûbawerîyên pe?ketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj û Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala 1932'an de li ?amê kovara bi navûdeng Hawar dest bi we?anê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi we?anê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra ge?a rojnamegerîya kurdî bû.
      Bi dûv dehan salan XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK we?an dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî we?an dikir û destpêkea ?ore?eke di medyaya Kurdî de.
      Li bakûrê Kurdistanê yekem rojnameya xwerû Kurdî (ji xeynî rojnameya “Rojname” tenê hejmarek wî derket) rojnameya Welat e û 1992’an de dest bi we?anê kirîye.jixwe 1992 di hemû perçeyên Kurdistanê de werçerxanek girînge.Bizûtneweya rizgarîya Kurdistan li her be?ê Kurdistanê de ge?tir bû.Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat.Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû.Di serî de Amed,?irnex,Merdîn,Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû.Li ba?urê Kurdistanê têk çûna ?ore?ê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji alîyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû.Karesatên wekî anfal,Helebce hêvîya gel ?ikandibû.Lê sala 1992an de gelê Kurd li ba?ûr delfetek ba? bi dest xistin û cara yekem gelê Kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir.Edî be?ekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû.Pê?ketinên sîyasî dibû sedema pê?ketina çapamenîya Kurdî jî.Pi?tî vê demê bi dehan rojname û kovar vebûn û hatin girtin.Erkên medyaya Kurdî û kêmasîyên bingehîn

Rew?a medyaya Kurdîya îroyîn astekî ba? de ye.Ji ber ne serbixwe buyîna Kurdistan bi temamî rêkûpek bûyîna medyaya Kurd ne gengaze.Kê?eya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê. Medyaya Kurdî di salên dawî di hemû be?ên medyayayê pê?dikeve.Niha bi dehan tv û radyo,we?anên înteraktîf ya nûçe û agahîyan(malper),bidehan rojname û bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû be?ên Kurdistanê û li Ewrûpa we?anê dikin.
      Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh bûn,profesyonelî,kêm bûyîna reklam û rew?a aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana ba?ur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,ke?eya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.Ke?êyek din jî meselaya sîyasîye.Organên bi giranî medyaya Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 medya ne sebixweye.Helbet ev ti?teke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bik?îne.Divê çapamenîya Kurdî Kurdperwerî,ni?timanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel bûn,rast bûn,sirû?thezî,rizgarî û pê?ketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî esas bipejirîne.
Sedemên bi vî rengî û hin sedemên din jî dibe asteg ku medyaya Kurdî bigehêje asta medyaya Cîhanî.

Ger Kurd di vê konaxê de medyayê di zûtirîn dem de negihênin asta navnetweyî wê zirarê vê yekê bo hemû têko?îna netweya Kurd û pê?ketina Kurdistanê bigehe.

Ji ber ku medya li Kurdistanê ne hêza çaremîn belkî hêza duyemîne jî.

Di belaviya erk û xebatan ya di têko?îna serxwebûna Kurdistan û pê?xistin-parastina ?aristanîya Kurdî û pê?ketina aborî de bareke mezin bi qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.wisa dixuye ku ji ber pê?ketinên global di warê teknolojî û medyayê de ger Kurdistan bi temamî serbixwe be jî êdî girîngî û hêza medyayê li kurdistanê ji rêza duyemîn kêmtir nebe.
      Îro piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname we?anê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad we?an dikin rojnameyên rojana ne.Li bakûrê KurdistanÊ rojnameya Azadiya Welat ku dest bi we?ana rojene kir û bi vî avayî bû yekem rojnameya rojane ya bakûrê Kurdistanê.Her wiha li Kurdistana bakûr û rojhilat û ba?ûrrojava rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV, Kurdsat TV, Gelî Kurdistan Tv û Tv Newroz bi avayekî satalaytî we?anên xwe didomînin yên din jî bi ?êweyekî cigayî-hêremî we?an dikin.Biqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad we?anên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi we?anê xwe kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 6 televizyonê satalaytî heye.Her wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.

Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê ba?.Em rew?a Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pê?ketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pê?etina rew?a politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Rew?a îroyîn ya Medyaya Kurdî
     Pi?tî destpêka salên 2000î wekî hemû Cîhan,Kurdistan jî xwe guhert.Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye,hin jî ne yekbuyîye.Lê gelê Kurd li gel hemu ?a?itî û xete yên xwe,niha asta ge?epêdan de ye.Tevgera netewîya Kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe.Teknolojî di leha xalkê Kurd de pê?dikeve.Kurd nêzî hev dibe.Buyerake li Hewlêr an Qami?lo,Amed an jî Mehabad dikare Kurdên hemû perçeyê rake ser pîyan.Di vê ti?tî de bandora herî mezin bi pê?ketina teknolojî û livdarbuna hi?mendîya neteweyî gelê Kurde.
     Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd ne gengaze.Kê?eya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê.Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê.Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname,bi dehan tv û radyo,bi sedan kovar,bi hezaran jî malper hene.Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar,belawok û rojnameyên kurdî derketîye.

Medyaya Kurdî di salên dawî di hemû be?ên medyayayê pê?dikeve.Niha bi dehan tv û radyo,we?anên înteraktîf ya nûçe û agahîyan(malper),bidehan rojname û bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû be?ên Kurdistanê û li Ewrûpa we?anê dikin.
Televîzyonvanîya Kurdî

Îro piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname we?anê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad we?an dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî we?anên xwe didomînin yên din jî bi ?êweyekî cigayî-hêremî we?an dikin.Ji Kurdistana Azad di demekê nêzîk de TV Gelî Kurdistan jî wê bi avayekî satalaytî dest bi we?anê xwe bike.

Kurdên Kurdistana Rojhilat jî we?anên wek Ti?k TV li Parîsê kenalek kurdî nû û rêxistina Komala ser satalytê televizyonek bi navê Rojhilat TV vekiribûn niha jî binavê KOMAL TV televizyonek din vekirin.Bi vê avahî televîzyonên Kurdî ku ser satalaytê we?an dikin (Kurdistan TV,Zagros TV,KurdSat TV,Rojhilat TV,Tî?k TV,Komal TV,Roj TV,MMC[Qenala Mûzîka Kurdî],Me TV,Rojava TV) têvî Seher TV(Be?a Kurdî) gihê?te 11.

Medyaya nivîskî ya Kurdî (rojname û we?anên online)

Medya 3 ?axên sereke pêk tê
1-Medyaya Dîtbarî-Bihswarî(tv-radyo)
2-Medyaya Çapkirî
3-Medyaya Online(Medyaya nû)

Heta edî em dikarin 2-3 bikin ?axekî û bêjin medyaya nivîskî jî.Lê rojnameyên ser înternetê ji xeynî nivîsan dîmen û materyalên înteraktÎf pê?ke? dikin.Yanî girîngî û cîha 3 ji 2 zêdetir dibe.

Yanî êdî rojnamegrîya nivîskî bi 2 avahî tê me?andin.Yekemîn bi ?êweya klasik bi avayekî çapkirî yê dûyemîn jî we?ana ser înternetê ye.Êdî giranîya we?anên înternetê zêde dibe û him ji ber avantajên aborî û him jî bilêzî û delfeta pê?ke?kirina naveroka bi wêne,deng û dîmen rojnamyên açpkirî jî hêdî hêdî berê xwe didin ber înternetê.
      Rojnameyên me (we?anên çap kirî) piranî ne rojaneye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin.3 rojnameya Kurdî a rojane heye. Piranîya wan wekî rew?ekê xwezayî li Kurdistana Azad derdikevin.Rojnamegerîya Kurdî li bakur rew?ekê xirab de ye.Rojnameyek rojane tûneye.Rojnameyên ku derdikevin jî zêde nayê firotin.Ev rew? jî bi girêdayê rew?a sîyasî û perwerdehîya bakurê Kurdistanê ye.
      Li Kurdistana Azad pi?tî rojnameya Xebat û Kurdistanî Nwê rojnameya sêyemîn ya rojane bi navê Kurdistan Report dest bi we?anê xwe kir.Li Kurdistana Bakûr kêm be jî hin rojname û kovar jî we?anên xwe didomînin.Azadiya Welat niha yekne rojnameya rojane ya bakûrê Kurdistanê ye.
      Ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê ba?.Em rew?a Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pê?ketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pê?etina rew?a politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
      Hemû malperên kurdî nakevin kategorîya medyaya Kurdî.malperên ku dikevin banê "Medyayê" cih bigrin.We?anên ku gi?tî be jî ser mijareke be jî divê nûçe û agahîyan biwe?îne û ne malpereke statik be an go we?aneke ku tê nûkirin em dikarin wek we?aneke medyayê bihesibînin.Ji xeynî we?anên nû û agahîyan wê malperên tv û rojnameyên Kurdî jî di nava we?anên nûçe û agahîyan de cîh bigirin.Malperên din ne malperên medyayê ne ew dikevin mijar û kategoriyên din.
      Niha gelek we?anên online yên Kurdî ji gelek we?anên çap kirî zêdetir bi bandorin û gelek we?anên ku ji alîyê ?exsên serxwe hatine vakirin ji we?anên hin partîyên 20-30 salî serkeftirîn we?anê dikin.We?anên nûçeyan yên xwerû ser înternetê we?anê dikin -çi taybet çi yên partiyan/ çi malper çi ajans - wek NEFEL,PUK MEDYA,PEYAMNER,DÎHA,ANF,HAWAR DENGÛBAS,NETKURD,ROJA KURDISTAN,RIZGARÎ, SERXWEXT, DIYARNAME,AMÛDE,HEWLÊR POST,KURISTAN DAILY NEWS, KURDISH MEDIA,NEWROZ,GELAWÊJ, AVESTA KURD,KURDISTAN ONLINE,KURDISTAN 4 NEWS, çend mînakên ba? ya vê yekê ne.
      Bi taybetî di salên dawîn de li Kurdistana azad hejmara we?anên nûçe yên online gelek zêde bû ji alîyê girseyeke mezin a xwendevanan Kurd ve tên ?opandin.Medyaya online hêz û lêzeke mezin da medyaya gi?tî ya Kurdî û gelek rojnameger û nivîskarên nû tevlî kerwana medyaya Kurdî bûn.

Li bakûrê Kurdistanê jî li gel qelsiya xwendina Kurdî pê?ketineke ber bi çav derket holê.

Yekem gruba medyaya interaktif ya Kurdî ku di pêgehê wê dewe?anên nûçe-dengûbas,çand û curbecûr heye bi navê HAWAR KURDISTAN MEDIA GROUP (www.hkmg.net) 25 Kewçêra 2005an de hat vekirin.
      HAWAR DENGÛBAS di salekî bi hezaran nûçe û gotarên cur bi cur gihand xwendewanan.Her wiha wekî di bûyera ?emzînanê,nexwe?îya ?ewba çûkan de,di qeyrana karîkatûrê de,bûyerên li Amedê de ,Newroza 2005'an de ji gellek we?anênên kurdistan û Cîhanê zûtir xwendewanên xwe agahdar kir û derbarê gellek kê?eyên civakî û sÎyasÎya neteweya kurd de xwendewanên xwe agahdar kir.We?aneke din ya HKMG bi navê KURDISTAN-NETEW (www.kurdistannetew.net) di Medyaya înternetê ya Kurdî de cîhê xwe girt.Her wiha;
-Malpera nasandina Albûmên Kurdî.?îroveyên Ser Mûzika Kurdî.Mejûya Mûzika Kurdî MÛZÎKKURD
www.muzikkurd.com 
-We?ana wêjeya Kurdî ye.Nûçeyên pirtûkên nû yên Kurdî û pê?ketinên nû ji wêjeya Kurdî WÊJEÛZIMAN.com www.wejeuziman.com 
-Malpereke ser medyaya Kurdî ye.MEDYAYAKURD.com yekem portala medyaya Kurdî ye.Naveroka MEDYAYAKURDI.com Dîroka Medyaya Kurdî,pê?veçûnên dawîn û navnî?anên hemû dezgehên medyaya Kurdî heye. www.medyayakurdi.com 
-Yekemîn Portala nûçe,agahî û nivîsên Zanist û Teknolojî ya Kurdî.www.zanistuteknoloji.com 
-Nûçeyên nû ji cîhana sînemaya Kurdî.Dîroka Sinemaya Kurdî.Antolojîya Filmên Kurd SÎNEMA KURD.com www.sinemakurd.com 
-Yekemîn we?ana aborîyê bi zimanê Kurdî ye.Nûçeyên derbarê aborîya Kurdistanê ABORÎKURDISTAN.com www.aboriyakurdistan.com 
-Hemû Navnî?anên Sazî,Organên Medya,Rêxistin,Dezgeh,Malperên Fermî û hwd…ên Kurdistan KURDISTAN MALPER.com www.kurdistanmalper.com  -Zanyarîyên di derbarê dirok,Hikumet,Parlemen,Wezatet û hwd. ên Dewleta Federa ya Kurdistan de DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN www.dewletakurdistan.com 
 
we?anên din ya HKMG ye ku we?anên xwe didomînin.

Radyovanîya Kurdî

Radyovanîya Kurdî li ser satalaytê di salên 2004 û 2005ê de pê?ketinek girîng çê bû.Radyoyên Kurdistan Radio,Zagros Radio,Radyo Duhok,Dengê Gelî Kurdistan,Radyo Rojhilat,Radyo Rojava û Newa Kurd Radio cihên xwe di nav medyaya Kurdî de girtin. Niha Ba?ûrê Kurdistanê li ser pêla FM gelek radyoyên Kurdî heye.

Li bakûrê Kurdistanê hin rodyoyên herêmî jî –wekî Gun Radyo- we?ana Kurdî dikin.Radyoyên ku li ewrupa û ser întenetê jî we?an dikin hene.

Kovargerîya Kurdî

Di nav welat û dervey welat gelek kovar derdikeve.Piranîya wan li Kurdistana Ba?ur derdikeve.Li Kurdistana Ba?ur ji çarsedî(400) zêdetir kovar heye.Li Kurdistana Azad kovargerîya Kurdî bi avayekî pisporî pê? dikeve.Ji alîyê sazîyên fermî heta komaleyên civakî,ji zanîngehan heta partiyan ve kovar tên derxistin.Di hemû qadan de kovargerîya Kurdî li xaka azad de pê? diçe.Piranîya wan kovaran xwedîyê malperekê jî ne.Ger Kurdistana Ba?ur derbasî elfebeya latinî be hemû gelê Kurd dikarê ji wan kovarên hêja sûdverbigre.Kovarên ku li Kurdistana Bakur derdikevin kê?eya wan a aborî û bêxwendewanî heye.Hin be?ên wek sînema,?ano, teknolojî û hwd... de kovarên mijarî hê nîne.

Bernamesazîya Kurdî

Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro sistemên kompîterê jî bo zimanê Kurdî tên wegerandin.Derketina Linuxa Kurdî mÎnaka herî ba? ya vê yekê ye.Eksplorera(explorer) bi navê Opera ku li cîhanê de pir tê bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat we?andin.Ji xeynî opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên wergerandin.Ji bo nav û girêdanên hemû medyaya KurdÎ hûn dikarin ji malpera www.medyayakurd.com sûdwerbigrin.
 Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnî?ana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn. 

Big Story of Today
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.

Old Articles
09.12.07
· Parlementoya KurdistanÍ LÓjneya madeya 140 a Parlementoya IraqÍ bangÓ runi?tina
08.12.07
· MedÓa KurdÓ nikare bÍ rawestandin!
· Serok BarzanÓ:N?ÁeyÍn ku di hin kanalan de hatib?n belavkirin ne rast in
07.12.07
· BA?KAN BARZAN› YURDA D÷ND‹...
· SerokÍ HerÍma KurdistanÍ vegeriya KurdistanÍ
· AKP yÓ yÍn ji KurdistanÍ ji cemeta G¸len in
05.12.07
· N «ŒRVAN BARZANŒ: ME BER  QONAX N DIJWAR DŒTINE, JI BER EV  YEK  EM GE?BŒN IN
· SORUMLULUKTA «÷Z‹M
· TEVKURD DADGEH DIBE !
04.12.07
· KOMKAR-Almanya Genel Yˆnetim Kurulu Topland?
· JI BINEMALA MŒR BEDIRXAN KAMIL M‹?TAK LI BERXWE DID !
· T‹RK›YEDE SAVA? HAL› YA?ANIYOR
03.12.07
· Civata SiyasÓ a Ewlehiya Ni?tÓmanÓ li hev civiya
02.12.07
· Arte?a TirkiyÍ dÍ rÍvebiriya operasyonÍ bike
· TerorÓstÍn turkÓ-ÓslamÓ dibin bela serÍ ewropiya
01.12.07
· Kemalizma “kurdÓlÓhÓcazkar” tehl?ka herÓ mezin e!
· CivÓna TEVKURDÍ ya Damezrandina YekÓneya HerÍmÓ ya HerÍma MÍrdÓn Li QoserÍ PÍkha
30.11.07
· K¸rdistan - S›STAN›: ëíK‹RT VE ?››LER›N HAKLARINI ALMASINDAN YANAYIMíí
· TAYFUR: ‘’140.MADDE A«IK VE A?›KARDIR, BUNUN ›«›N YORUMA GEREK YOKTU
29.11.07
· HevpeyvÓna KurdistanÓ NwÍ a li gel NÍÁÓrvan BarzanÓ
· ABD DI?›?LER› BAKANI YARDIMCISI NEGROPONTE’DEN K‹RD›STAN’A : ‘
· JOHN NEGROPONTE: KURDISTAN HER MEK DEMOKRATŒK E € DOSTA AMERŒKA YE!
· FESTŒVALA R ZGIRTINA NETEWEYŒ BO BINEMALA CEMŒL PA?A Y  DIYARBEKIRŒ LI HEWL RA P
· KOKTEYLA PŒROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yÍ
28.11.07
· Konsolosxaneya R?syayÍ li HewlÍrÍ veb?
· K‹RTLER›N Y‹Z ELL› YILDIR S‹REN ÷ZG‹RL‹K KAVGASI
· PÍ?nÓyaza PÍ?bezÓyekÍ
· RÍz ? Hurmet ji bo ›smail Be?ikÁi
27.11.07
· Be?ÓkÁÓ: “Rew?enbÓrÍn Kurd dalkawux (kaselÓs) in..”
· PÓvaneka welatparÍzÓ, kurdayetÓ demokratb?nÓ ? mirovantÓyÍ

Eski Haberler


 
Copyright pdk-bakur