|
u an sitede, 27 ziyareti ve 0 ye bulunuyor.
Henz ye deilseniz, Buraya tklayarak cretsiz kayt olabilirsiniz.
|
| |
'Em pi?tgiriya bicÓkirina madeya 140-Ó dikin'
Tarih: 15.04.2007 Saat: 13:02 Gnderen: Editor
|
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) li dijî desttêweradana karê hundirîn yên dewletên hukumran in . Di vê çerçeweyê de em li pirsa çareserkirina Kerkûkê dinêrin û dixwazin li gor qanûna bingehîn ya wî dewletî bête çareserkirin. Zaqona bingehîn a Iraqê bi referandûmeka ku ji % 80 gelî wî welatî ve hatiye erêkirin û li gora madeya140î ya vê zaqonê pirsa Kerkûkê dê ber bi çareseriyê ve here.
Zaqona bingehîn a Iraqê bi referandûmeka ku ji % 80 gelî wî welatî ve hatiye erêkirin û li gora madeya140î ya vê zaqonê pirsa Kerkûkê dê ber bi çareseriyê ve here. Mafê tu dewletî nîne ku ew destdirêjiya karê hundirîn yê dewleteka serwerî bike û di vî warî de em helwesta dewleta Tirkiyeyê taswîp nakin ku ew di her derfetê de tirs û tehdîtan li hember serokê dewleta federa ya Kurdistanê dibarîne û tedaxulê çareseriya pirsa Kerkûkê dike ku naxwaze ev pirs li gorî madeya 140 a zaqona bingehîn a Iraqê ve bête çareserkirin. FKKS, Kerkûkê wilayetekî Iraqî lê di nav cografyaya Kurdistanê de dizane û di vî warî de bi serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re hemfikire. Û em pi?tgiriya qanûna bingehîn ya Iraqê dikin ku pirsa Kerkukê li gora plana ku danîne ber xwe ve bête çareser kirin.
12.04.2007
|
| |
Bu gn iin henz nemli bir haber yok.
|
|
|